Li derdora nahiya Mawet ya Silêmaniyê, otomobîleka çekdarên PKKê hat bordûmankirin û tê de komek çekdar hatin kuştin û birîndar bûn.
Qaymeqamê nahiya Mawet ya Silêmaniyê, Kameran Hesen ragihand, îro danê êvarê saet 18:40 firokeyên şer otomobîlek li nav gundê Gelale yê Mawetê bordûman kirin.
Qaymeqamê Mawet da zanîn, di wê êrişê de du çekdarên PKKê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Bi gotina qaymeqamê Mawet, ti kesekî xelkê gund ber bordûmanê neketiye.