Bingeheka Artêşa Tirkiyê îro bi gulle topên hawin hat topbaran kirin, paş êrîşê Ambulans bi lezatîyeke zêde ji wê derê derketin.
Îro roja çarşemî 23/6/2021an, bingeha çavdêriyê a artêşa Tirkiyê li bilindayên çiyayê Zawiye yê hindava bajarokê Kesenfere li başûrê Idlibê, ket ber êrîşeke artêşa rejîma Sûriyê û agahiyên destpêkî didin xweya kirin ku kuştî û birîndar di nava rêzên eskerên Tirk de hene.
Di vê derbarê de, Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan îro belav kir, kuştî û birîndarên eskerên Tirk hene, ji ber ku paş êrîşê Ambulans hatine dîtin ku bi lezatîyeke herî zêde ji wê bingehê derketin.
Paş êrîşê eskerê Tirk ketîye di rewşa nefîr amê de û liv û tevgerên xwe li çiyayê Zawiye berfereh kirine.
Hêjay gotinê ye, duh roja sêşemî jî rejîma Sûriyê li gundekê binara çiyayê Zawiye xistbû û bi wê sedemê jinekê can da û zarokek birîndar ketbû.