Amerîka: Wê hêzên me alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin

Amerîka: Wê hêzên me alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin

Berpirsekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji rojnamevanan re diyar kir, wê hêzên wan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bimînin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Joey Hood da zanîn, hêzên wan wê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bimînin û armanca mayîna hêzên wan jî wiha ne:

– Jinavbirina DAIŞê

– Gihandina alîkariya mirovî ji bo Sûriyê

– Cîgirkirina seqamgîriyê û peydakirina rewşa emnî

Joey Hood herwiha eşkere kir, hêzên Amerîkayê wê alîkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bikin li Rojavayê Kurdistanê.

Li ser alozî û êrîşên Tirkiyê yên li ser HSDê jî Joey Hood da zanîn, hêzên wan ji wan êrîşên Tirkiyê gelekî nîgeran in.

Pustên heman beş