Hêzên ewlehiya Tirkiyê, li Sêrtê kamyona koçberên neyasayî gulebaran kir, di encamê de 2 koçber mirin, 12 koçber jî birîndar bûn.
Parêzgarê Sêrtê da xuyakirin, kamyona ku 84 koçberên Efxanî û Pakistanî tê de bûn, hêzên ewlekariyê çendî hişyarî lê kir, lê ranewestiya.
Hat gotin, ajokarê kamyonê teqe li hêzên ewlekariyê kirine û di bersivdana hêzên ewlekariyê de jî, du koçber hatin kuştin, 12 koçber jî birîndar bûn.
Parêzgarê Sêrtê da zanîn, ajokarê kamyonê piştî bûyerê hatiye binçavkirin û lêgerîna koçberên ku ji kamyonê reviyane jî berdewam dike.