Milîsên girêdayî Îranê binkeyeka serbazî ya Amerîka li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê bordûman kirin.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirov ragihandiye, îşev komek mûşek arasteyî bîra neftê ya El Umer li rojhilatê parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê hatin kirin.
Rewangehê daye zanîn, ew mûşekên han ji aliyê milîsên Îranê ve û ji rojavayê çemê Firatê ve hatine avêtin.
Ew bîra neftê ji aliyê hêzên Amerîka ve tê parastin. Piştî êrişê firokeyên Amerîkî û hêzên hevpeyman bi ser deverê de dest bi firrînê kirin.
Tê gotin ku ew êrişa han bersiva êrişa şeva borî ya Amerîka ye li ser baregeha milîsên Îranê li ser sînorê Iraq û Sûriyê.