Li Kerkûkê 3 cihên veşartinê yên DAIŞê hatin teqandin û li Enbarê jî 4 çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin.
Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand, hêzên ewlehiyê bi riya firokeyên bêfirokvan 3 cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li navçeya Wadî Ebû Şehme û li derdora bajarokê Reşad yên li parêzgeha Kerkûkê teqandin û dest danîn ser 2 motorsîklan.
Jêderekî din jî ragihand, hêzên ewlehiyê 4 çekdarên DAIŞê li parêzgeha Enbarê desteser kirin.
Ji aliyekî din ve, di encama teqînekê de li qezaya Beac li rojavayê Neynewayê, 3 leşkerên Iraqê birîndar bûn.