Yunanê penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî tazî vegerand Tirkiyê

Federasyona Penaberan a Iraqî ragihand ku hêzên ewlekariya Yewnanê bi awayekî “hovane” li 42 penaberên Kurd, Iraqî û Sûrî îşkence kirine û 12 ji wan tazî kirine, piştre ew vegerandine Tirkiyê.

Federasyona Penaberan a Iraqî daxuyaniyek belav kir tê de diyar dike ku polîsên Yunanê li dijî yasayên navdewletê bi awayekî nemirovanê li dijî penaberan muamele kirine.

Nûnerê Herema Kurdistanê yê Federasyona Penaberan a Iraqî Amanc Ebdulla ji Rûdawê re axivî û got “Polîsê Yunanê îşkenceya psîkolojîkî û laşî li penaberan kiriye, pere û belgeyên wan ji wan stendine. Di kampa binçavkirinê de îşkenceyeke giran li wan hatiye kirin”.

Amanc Ebdulla da zanîn ev demeke dirêje ku penaber li Yunanê ne û duh wan vegerandine Tirkiyê.

Penaberên ku ji Federasyona Penaberan a Iraqî re axivîn wiha dibêjin “piştî ku me desteserkirin, îşkence li me kirin. belgeyên me ji me stendin. 12 hevalên me tazî kirin û bi zorê wan deportî bajarê Edîrneyê ya Tirkiyê kirin. piştre rayedarên bajarê Edîrneyê pêwîstiyên me yên cil û xwarinê peyda kirin radestî Saziya Birêvebirina Koçê kirin”.

Federasyona Penaberan a Iraqî helwesta polîsên Yewnanê ya li hemberî penaberan wekî “nemirovane” binav kir, bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku li dijî wê bibin xwedî helwest.