Li Enbar DAIŞê ji 5 aliyan êrîşî hêzên Iraqê kir

Li Enbar DAIŞê ji 5 aliyan êrîşî hêzên Iraqê kir

Çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Enbarê ji 5 aliyan êrîşî Milîs û hêzên Iraqê kirine û çar kes kuştin û sê kes jî brîndar kirin.

Ligor nûçeyên medyaya Iraqê belav kiriye derengê şeva borî, çekdarên DAIŞê li navçeya Hedîseya ser bi parêzgeha Enbarê çar kes kuştin û sê kes jî brîndar kirin.

Herwiha li gor zanyariyan, ew kes dema bi masîgirtinê ve mijûl bûn li ser bendava Hedîse, çekdarên DAIŞê êrîşî wan kirine.”

Pustên heman beş