Baregeha hêzên Amerîkî rastî êrîşeke moşekî hat

Baregeha hêzên Amerîkî rastî êrîşeke moşekî hat

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand ku îro baregeha asmanî ya Eyn Esed bi 3 moşekên din hatiye armanckirin.

Li gor zanyariyên destpêkê, moşek li derdora baregeha Eyn Esedê ketine.

Ev êrîşa moşekî ya li ser baregeha Eyn Esed di demekê de ye, Iraq di qonaxeke dijwar re derbas dibe û di çend rojên borî de berpirsên Heşda Şeibî gefa tolhildanê li Amerîka xwaribûn.

Herwiha di destpêka vê hefteyê de, serkirdeyê diyar ê Heşda Şeibî, Hadî Amirî ragihand, divê Amerîka ji xaka Iraqê vekişe.

Baregeha Eyn Esed a asmanî, duyem mezintirîn baregeha leşkerî ya asmanî li Iraqê ye û li parêzgeha Enbarê ye. Hêzên Amerîkayê tê de ne û di van demên dawî de gelek caran bûye armanca êrîşan.

Pustên heman beş