Kompaniya lêkolîn û rapirsiyên civakî MetroPOLL ragihand ku rêjeya hilbijêrên Tirkiyê yên Serokomar Recep Tayyip Erdogan pesend dikin ji sedî 47.1 e ku ev rêje jî ji bo cara duyem têra hilbijartina bo serokomariyê nake.
Li gorî MetroPOLLê di meha Adara 2020an de rêjeya kesên ku Erdogan pesend dikirin li dora ji sedî 55,8an bû û ew rêje di çaryeka 2021ê de daketibû heta ji sedî 44.5an.
Rapirsîna MetroPOLLê herwiha derxistiye holê ku rêjeya kesên Erdogan bo serokomariyê pesend nakin jî ji sedî 48.6 e.
Di lêkolînê de ji sedî 4.3yê beşdaran fikrê xwe diyar nekirine û herwiha ji sedî 89ê hilbijêrên AKPê û ji sedî 60,9ê hilbijêrên MHPê serokomariya Erdogan pesend kirine.