Li Bexdaya paytexta Îraqê bi Dronan Êrişî avahiya balyozxaneya Amerîkayê hat kirin. Hat ragihandin, dronên di êrişê da hatine bikaranîn, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatin xistin.
Li gor nûçeyên medyaya Îraqî, derengiya şeva borî, bi Dronan êrîşî balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hat kirin.
Grûpên şî’e yên nêzîkî Îranê di sosyal medyayê da belav kir, di êrişa li ser balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê da, 4 Dron hatin bikaranîn. Lê hikûmeta Îraqê derbarê vê yekê da hîç daxuyanyek nedaye û ev yek piştrast nekiriye ku êriş bi 4 Dronan hatibe kirin.
Li gor agahiyan, dronên di êrişê de hatin bikaranîn ji aliyê hêzên Amerîkayê û sîstema berevaniya esmanîya li balyozxaneyê ve hatin xistin.
Ev cara yekemîne bi vî awayî êrîşî balyozxaneya Amerîkayê tê kirin û yekem care sîstema berevaniya esmanî ya balyozxaneyê bi vî awayî bo demekê dirêj berisva êrîşê dide.