Talîbanê Tirkiyê tehdîd kir û heya 11 ê êlûnê wext da

Talîbanê Tirkiyê tehdîd kir û heya 11 ê êlûnê wext da

Piştî hêzên NATO yê yên di bin serpereştiya Amerîkayê de terka Afxansitanê kirin, Talîbanê ragihand ku her hêza biyanî li Afxanistanê bimîne, bo wan dagirkere û dê wan dagirker qebûl bike.

Tirkiye bi Amerîkayê re lihev kiribû ku ewlehiya balafirgeha Kabîlê ya bi navê Hemîd Karzaî bike û li gor beyana Talîbanê; li ser mayîna leşkerên Tirkiyê li balafirgehê weka tehdîd hat qebûl kirin.

Piştî temamê welatan plan kirin da hêzên xwe ji Afxanistanê vekişînin, hatibû gotin ku Tirkiyê qebûl kiriye bi bihayê 130 mîlyon dolarî li Kabîlê bimîne.

Talîbanê bo BBC yê ragihandibû ku piştî êlûnê her leşkerê biyanî ku li Afxanistanê bimîne, dê mûameleya dagirkeriyê pê re bêkirin.

Berdevkê Talîbanê Suheyl Şahin weha gotibû: “Temamê hêzên biyanî, sozdayî, şêwirmend, perwerdekar divê ji Afxanistanê vekişin ji ber ku ew hemû perçeyekî ji yên dagirkeriyê ne.

Pustên heman beş