Netewên Yekgirtî: Êrîşa li ser Hewlêrê ji boy Îraqê xetere

Netewên Yekgirtî: Êrîşa li ser Hewlêrê Îraqê ber bi çarenivîseke nediyar dibe

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê de peyamek belav kir û ragihand, Nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.

Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert li hejmara xwe ya taybet a Twitterê nivîsî: Êrîşa şeva borî ya li ser Hewlêrê, binpêkirina serweriya yasayî ya Iraqê ye û ev cure kiryar, Iraqê ber bi çarenivîseke nediyar ve dibin.

Jeanine Plasschaert diyar kir: Tenê Iraqî baca van êrîşan didin û nabe rewatiya dewletê ji aliyê grûpên çekdar ve gef lê were xwarin.

Pustên heman beş