Hat ragihandin ku Wezareta Bervaniya Amerîkayê (Pentagon) li ser êrîşa moşekî ya şevî din bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, lêkolîn daye destpêkirin.
Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagonê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Jessica McNulty li ser êrîşa şeva borî daye xuyakirin, ew ji êrîşa li ser Hewlêrê agahdar in û lêkolînan dikin.
Jessica McNulty gotiye, “Em ji wan êrîşên ku li derdora Hewlêrê li dijî amerîkiyan hatine kirin agahdar in. Di vê demê de li gor zanyariyên me yên destpêkê, ti zirarek negihîştiye avahiyê û ti kesî.”
McNulty daye zanîn: “Heta niha em lêklonan dikin. Paşê Berdevkê Hevpeymaniyê dê zanyariyên zêdetir ragihîne.”
Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî çend caran êrîşên moşekî ji aliyê milîsên îranî ve bi ser Hewlêrê de û binkeyên hêzên Amerîkî de hatibûn encamdan ku herî dawî du hefte berê bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden li sînorê Sûriye-Iraqê êrîşeke asmanî li ser hêzên milîsan êrîşek hatibû kirin û hejmarek zêde ji çekdarên bi ser Heşda Şeibî ve hatibûn kuştin.
Piştî wê êrîşê komên milîsên îranî gefên xwe yên li dijî hêzên amerîkî yên li Iraqê zêde kiribûn.