Li Afganistanê bi sedan jinên herêma Gor ji bo şerê dijî Tevgera Talîban a îslamîst bikin çek rakirin û amadebûna xwe bo şerê Talîbanê nîşandan.
Li demeke ku hêzên Amerîka û NATOyê ji Afganistanê vedikişin û Talîbanê jî êrîşên xwe zêde kirine, li herêma Gor a Afganistanê jinan nimayişeke bi çekan pêk anî.
Li gorî rojnameya The Guardian a Brîtanyayê seroka gerînendetiya jinan a Gor Halima Prestich li ser wê xwepêşandanê gotiye: “Gelek jinan xwest peyamekê bidin ku ew piştgiriya artêşa Afganistanê dikin. Lê gelekan amadebûna xwe ya bo şerê Talîbanê nîşan da.”
Jinan destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku welatê wan bikeve bin bandora kesên ku bi awayekî hovane bi jinan re didin û distînin, ew ji ber wê çekê radikin.
Hêjayî gotinê ye, Talîban ku piştî vekişîna hêzên biyanî amadekariya xwe bo şirîkatiya deshilata Afganistanê dike, bi eşkere dibêje ku ew dixwazin sîstemeke îslamî ya tundrew li Afganistanê damezrînin.