Hevpeymanêtîya Navdewletî a bi seroktîya Amerîkayê eşkere kir, ew niha di bizavên avakirina hêzên hevbeş li nêvbera Pêşmergehên Kurdistanê û arteşa Îraqê de ne, ji bo ku ev hêz li navçeyên Kurdistanî werin bi cî kirin.
Fermandarê senterê hemahengîya hevbeş, kolonêl Deyv Wilyamiz ji boy kenala Erebye Hedes axivî ye û got: Hevpeymanêtîya navdewletî niha xebatê ji bo çêkirina hêzeke hevbeş a Pêşmerge û artêşa Îraqê dike, ji bo ku li wan navçeyan bên bi cî kirin ku hêjan xeterîya terora DAIŞ ê li ser heye.
Dest nîşan kir, ev hêz ji bo şerê terora DAIŞ ê dê li navçeyên Kurdistanî ên dervey îdareya Başûrê Kurdistanê werin belave kirin.
Kolonêl Deyv li derbara êrîşên li ser hêzên Amerîkayê ku li vê dawiyê dewam tên kirin, got: Ev êrîş hêzên Amerîkayê mecbûr nakin ku ji Îraqê vekşin, hêzên Amerîkayê wê li ciyê xwe bimînin.