Hikûmeta Elmanyayê rê li ber rêxistina bi navê Kongireya Civakên Demokratîk a Kurdistanî yên li Ewropayê a girêday PKK ê, civîna xwe li dar bixin û jêre gotin: PKKe di lîsta terorê de ye û KCDK-E jî beşekî PKKê ye.
Kongireya Civakên Demokratîk a Kurdistanî yên li Ewropayê dixwest îro civîna xwe li Kolnê li darbixe, lê belê ew ji hêla polîsên Kolnê hat asteng kirin û nehiştin ev civîn bê li darxistin.
Birêvebrê polîsên Kolnê bi hevserokê KCDK-E re bi têlefûnê axivî û jêre go ku nabe PKKe bi tu awayî çalakiyên xwe li Elmanyayê li darbixe, PKKe di lîsta terorê de ye, KCDK-E jî beşekî PKKê ye.
Hêjay gotinê ye, hikûmeta Elmanyayê ji sala 1993an ve, PKKe xistîye di lîsta terorê de, lê belê li vê dawiyê ji nûve çalakiyên wê li seranserî Elmanyayê qedexe kirin.