Li kargeha gaza Konîko li Dêrazorê ku hêzên Amerîkayê lê dimînin û wê wek baregeheke leşkerî bi kar tînin teqînekê rû da.
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, teqîneke mezin li kargeha gaza Konîko li Dêrazorê ya ku hêzên Amerîkayê lê dimînin rû da û heta niha ziyanên wê teqînê nayin zanîn.
ji aliyê xwe ve, berpirsekî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ji ajansa “Reuters” re aşkere kir, mûşekekê hêzên wan li Dêrazorê kiriye armanc û ti ziyanên canî û madî nebûne.