Tevgera Talbanê derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Efxanistanê hişyarîyeka tund da û ragihand, mana wan hêzan berdewamîya “dagîrkerya biyanî”ye, eger Tirkiye wan nevekşîne, wê rastî serederîyeka tund bên.
Li rojên rabûrî hêzeka Tirkiyê bi razîbûna Amerîkayê derbasî Efxanistanê bû û erka parastina balefirxaneya Kabulê pê hat sipartin.
Di vê derbarê de, berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhulla Mucahid daxuyanî da û got: Hemû alî dizanin ku li gor rêkeftina Dewhe, derketina hêzên biyanî ji welatê me yekalî bûye, Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî ev yek pesend kirine.
Herweha got: Mana hêzên Tirkiyê pêngavekî nebaş û li dijî yekîtiya ax, berjewendîya netewî û serxwebûna xelk û welatê meye, Îmareta Îslamî vê bi tundî şermezar dike.
Talîban tekez dike, mana hêzên derve li Efxanistanê, eger ji her welatî û di jêr her navekî de be, dagîrkerîye û wê li ser esasê fetwaya 1,500 ya zanayên Efxanistanê ku li sala 2001 derketbû, wê Cîhad li ser bê ragihandin.