Îranê fermana zêdekirina êrîşan li ser berjewendiyên Amerîkî li Iraqê daye

Îranê fermana zêdekirina êrîşan li ser berjewendiyên Amerîkî li Iraqê daye

Fermandarê Hewalgiriyê yê Supaya Pasdarên Îranê Husên Tayib, bi fermana Rêberê Îranê Elî Xamney, daxwaz ji mîlîşyayên Iraqê kirine ku êrîşên xwe li ser berjewendiyên Amerîkî li Iraqê zêde bikin.

Li gor çavkaniyên agahdar ku ji ajansa “Reuters” re diyar kirine, hefteya borî Husên Tayib serdana Iraqê kiriye û bi mîlîşyayan Şîe yên Iraqê re civiye û wî peyama Rêberê Îranê Elî Xamney gihandiye serkirdeyên mîlîşyayan û ji wan re gotiye, fişarê li ser hêzên Amerîka li Iraqê û Sûriyê zêde bikin, ji bo ew hêzên xwe ji navçeyê vekişîne.

Li gor wan çavkaniyên nexwestine navên wan werin eşkerekirin, tevî wî fermandarê hewlgiriya Îranê serkirdeyên mîlîşyayan han dane ku êrîşên tolhildanê bikin, lê ji wan re gotiye jî, dûr bi şerê xwe bi Amerîka re neçin û rewşê aloztir nekin.

Çavkaniyekî ji mîlîşyayên çekdar ku ji wê civînê agahdar e daye zanîn, Îraniyan şîret li wan kiriye ku ciyografiya êrîşên xwe li Iraq û Sûriyê berfireh bikin û êrîşên tolhildanê pêk bînin.

Pustên heman beş