Parlamentoya Belcîkayê ji bo naskirina komkujiya Êzdîyan dicive

Parlamentoya Belcîkayê ji bo naskirina komkujiya Êzdîyan dicive

Parlementoya Belcîkayê îro dê ji bo naskirina komkujîya Kurdên Êzdî weke cînosayd dicive û tê çaverê kirin, piranîya firaksyonan pirojey erê bikin.

Paş ku li dawîya meha rabûrî, komîteyên derve ên Parlementoya Belcîkayê pirojeya nas kirina komkujîya Kurdên Êzdî weke cînosayd pesend kirî, îro roja pêncşembê Parlementoya Belcîkayê ji bo pesend kirina vî pirojey dicive, eger îro ev piroje hate pesend kirin, Parlementoya Belcîkayê eê bibe duwemîn Parlemento piştî Parlementoya Holendayê ku komkujîya Êzdîyan wek cînosayd nas bike.

Heso hurmê serokê dezgeha Êzdî a navdewletî ji bo berengarbûna cînosaydê di vê derbarê da diyar kir, pirojeya Parlementoya Belcîkayê baştirîn pirojeye ku heta niha hatbîte amade kirin.

Di destpêka Tebaxa sala 2014an de, terorîstên DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzdî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzdî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha 2 hezar û 768 Kudên Êzdî jî, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Roja 3ê Tebaxa 2019an, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand, Parlamentoya Hollanda roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dabû naskirin.

Pustên heman beş