Artêşa Îsraîlê texmîna xwe a ji boy hejmara roketên Hizbula a Libnanê eşkere kir û go heger ev şer dest pê bike, li ser Îsraîlê sanahî nabe.
Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de îro li derbara jêrxaneya çekên giran a Hizbula ya Libnanî eşkere kir û got: Heger şer li nêvbera Hizbula û Îsraîlê dest pê bike, ev şer li ser Îsraîlê yê bi sanahî nabe.
Li gorî beyanameya artêşa Îsraîlê, Hizbula dê karîna avêtina 1000 heya 3000 roketan di yêk rojê de di dema hefteya yekemîn a şer de hebe.
Artêşa Îsraîlê ev yêk got lê belê di heman demê de dibêje: Em pêşbînî nakin ev şer li demekê nêz çêbibe, ji ber ku dewleta Libnanê rastî kirêzîn tund hatîye û bi sedema van kirîzan derfeta şeran tune dibe.
Hemwexta vê beyanameyê, fermandarekê enîya bakur yê artêşa Îsraîlê dibêje: Îsraîlê bi hezaran armancên Hizbula dest nîşan kirine û dikare her hemûyan hedef bike.