Hejmara qurbaniyên lehiyê li Ewropayê gihîşt 153 kesan

hejmara qurbaniyên lehiyê li Ewropayê gihîşt 153 kesan

Di lehiyên ku ev dema 3 rojane çend bajarok û gundên Almanya û Belçîkayê girtî û beşekî zêde ji cade û malan wêran kirine, 153 kesan canê xwe ji dest dane, 133 jê li Almanyayê ne.

Hat ragihandin ku heya îro roja şemî 17/7/2021an, 153 kes di lehiyên Almanya û Belcîkayê de canê xwe ji dest da ne, 133 li Almanyayê û 20 li Belcîkayê, nêzîkî hezar û 300 kesan jî ne diyarin û eger heye ew jî bûne qurbanî.

Hêjay gotinê ye, ev dema 3 rojane ev lehî berdewamin, di çend demjmêrên borî de baranbarîn kêm bûye, û eger heye keş û hewa bi taybetî li Almanya û Belcîkayê heta radeyekê aramtir bibe.

Lehîya pêşbînî nekirî a tîrmeha îsal li gel Koronayê, tecrubeyeke din bû ku welatên Rojavayê Ewropayê neçar dike derbarê kirîzên jinişkan ve pêngaveke ciddî bo xwe amadekirinê bavêjin.

Pustên heman beş