Hikumeta Efganistanê ragihand ku gelek herêmên berê ku di destê tevgera Talîbanê de bûn, vegerandin.
Waliyê eyaleta Berwanê a bakurê Kabulê Fediledîn Eyar got, hêzên Efganistanê, Gerînendetiya Şêx ku beriya du hefteyan Talîbanê serwer kiribû vegerand.
Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku di êrişên hêzên wan ên 24 saetên borî li wîlayetên Nangarhar, Ghazni, Khost, Wardak, Kandahar, Jawzjan, Sarbel, Semankan, Balkh, Helmand, Takhar û Kabul de 284 endamên Talîbanê hatin kuştin û 205 birîndar bûn .
Tevgera Talîbanê ragihand ku wê tevahî gerînendetiya Dend a li wîlayeta Kandahar kontrol kir.
Wezareta Parastinê ya Efganistanê duh duxayandibû ku di 24 saetên borî de gerînendetiyên Sighan û Qamard yên wîlayeta Bamiyanû gerînendetiya Jakhansur li başûrê rojavayê wîlayeta Nimroz ji destê tevgera Talîbanê derxistin.
Wezaretê eşkere kir ku hêzên wan operasyonên xwe yên ji bo vegerandina herêmên di bin serweriya Talîbanê de berdewam dikin.