Vaksîn wergirt û milyon dolar birin

Ciwanekî Amerîkî paş wergirtina vaksîna dije Koronayê, milyon dolar pere pê hatin dayîn ku di Lotorîya wergirtina vaksînê de ji boy derketine.
Waliyê Waşnigtonê çekeka bi qasî yêk milyon dolaran ji bo ciwanê Amerîkî yê bi navê Kamîron îmze kir ku temena wî 23 sale û paş ku wî vaksîna dije Koronayê wergirtî, ev milyon dolar di Lotorîya wergirtina vaksînê de ji boy derket.
Cey Inslî, waliyê Waşnigtonê ragihand, heya niha 4 milyon kesan li Waşnigtonê vaksîn wergirtiye, îro me hest bi xweşiyê kir ku me çekeka bi qasî milyon dolaran îmze kir û bi kamîronî da.
Hêjay gotinê ye, Kamîron weke temîrçiyê motorsiklan kar dike, wî ragihand, wî tu caran pêşbînî ne dikir ku bi wergirtina vaksînê wê milyon dolaran bibe.