Xwepêşanderekê din li Îranê hat kuştin – Vîdyo

Xwepêşanderekê din li Îranê hat kuştin, paş ku roja înîya rabûrî kuştina xwepêşanderê yekemîn hatîye ragihandin.

Ji înîya rabûrî ve xwepêşandan li 17 bajar û bajarokên herêma Xozistanê a Îranê bi sedema nebûna avê tên kirin, heya niha 2 xwepêşander hatine kuştin.

Ajansa Fars îro roja yekşemî ragihand, paş ku li înîya rabûrî ciwanek di nava xwepêşandanan de bi gulleyan hatîye kuştin, duh xwepêşanderekê din jî can daye.

Li gorî ajansa Fars, ev herdû xwepêşander bi gulleyan ji hêla girûpeke nenas kirî ve hatine kuştin.

Her wiha dest nîşan kir, ev girûp dixwaze karên terorîstî di nava xwepêşandanê de bike û hêzên ewlehiyê hewla desteser kirina wan dikin.

Hêjay gotinê ye, ev dema çend rojane li 17 bajar û bajarokên herêma Xozistanê û her wiha Ehwazê xwepêşandan li dijî Hikûmeta Îranê bi sedema kirîza avê tên kirin, xwepêşander siloganên li dijî hikûmetê dibêjin.