Hat ragihandin ku li Kerkûkê di encama operasyoneke dijî DAIŞê de, 6 terorîst hatin desteserkirin.
Tora Ewlehiyê ya Fermandariya operasyonên hevbeş a Iraqê ragihand, di operasyona ku li nav bajarê Kerkûkê hatiye encamdan de, 6 terorîst hatine girtin.
Herwiha hat diyarkirin ku wan terorîstan piştevaniya lojîstîkî bo çekdarên DAIŞê dikir.
Piştî ku ji şeva borî ve hêzên dijeterora Iraqê li navenda Kerkûkê hatin belav kir, hatibû ragihandin ku di operasyonên lêgerînê de hejmarek cebilxane jî hatine desteserkirin.