Li bajarê Hiyostin ê Amerîkayê, kesekî ambulansek dizî ku nexweşek jî têde bû.
Birêvebrîya polîsên Hiyostin li hesaba xwe a twitter ê diyar kirîye, duh roja înî 23/7/2021an, kesekê çekdar ambulansek dizî ku nexweşek û karmendekê agirvemirandinê jî têde bûn.
Dest nîşan kir, paş dizîna ambulansê, vî kesê çekdar şofêrê ambulansê bi zora çekî derxistîye û piştre ambulans birîye.
Her wiha dest nîşan kir, nexweşek û karmendekê din ê agirvemirandinê jî di paşîya ambulansê de bûn.
Polîsên Hiyostin gotine ku paş derbasbûna demekê kin bi rêya sîstema GPS wan karî ciyê ambulansê dest nîşan bikin û bêy ku tu zirarek çêbibe ev kesê çekdar bin çav kirine.