7300 keçên 10 salî ji payîza 2020 bi zorî hatine zewicandin

7300 keçên 10 salî ji payîza 2020 bi zorî hatine zewicandin

Ji payîza sala rabûrî 2020an, pêtirî 7300 keçên di nêvbera 10 ta 14 salan de, bi darê zorê li Îranê hatine zewicandin, 192 jê hatine telaq dan.

Li gorî amarên zewacê, li komara Îslamî a Îranê, bi zor zewicandina keçan di jêr temena 14 saliyê de zêdebûye, bi awayekî ji payîza sala rabûrî 7317 keçên ku temena wan di nêvbera 10 heta 14 saliyê de hatine zewicandin.

Her wiha her ji payîza sala rabûrî, 192 keçên di heman temenê de hatine telaq dan.

Amarên zewaca zarokan li Îranê xweya kirine, ji payîza sala rabûrî 36952 keçên di nêvbera 15 heta 19 sal jî hatine zewicandin.

Li gorî yasayên komara Îslamî a Îranê ku bingeha xwe ji şerî’eta Îslamê digirin, pêşî li ber bi zor zewicandina keçan nayê girtin, zewicandina bi zor ya zarokên temen 7 salî jî, dewam li vê dewletê tê dîtin.