Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê hêviya wî heye ku artêşa Efxanistanê bikaribe rûbirûyî Talîbanê bibe.
Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Luid Austin dibêje: Wan hêzên xwe li derdora navendên bajaran qayîm kirine. Divê ew destpêkê hewlê rawestandina pêşveçûna Talîbanê bidin, û piştre êrîşa berovajî bikin, û ew cihên ku jidest dane kontrol bikin. Çavê me li wê yekê ku hêzên hikûmeta Efxanistanê wî karî bikin. Ew şiyana wan heye rêgiriyê li pêşveçûna Talîbanê bikin. Ka em ê çaverê bin dê biznibin çi dibe.
Artêşa hikûmetê û mîlîşyayên çekdarên alîgir hewlê dûrxistina çekdarên Talîbanê didin ku nêzîkî sînorê bajarê Taliqanê bûne.
Fermandarê mîlîşyayên dijî Talîban Mucahid Birud jî got: Min li vir gorek ji xwe re kola ye, û amade me bimirim, lê hêla pêşî bo Talîbanê bicîh nahêlim.
Talîbanê herî kêm êrîşî 30 bajarên mezin li Afxanistanê kiriye, hêzên wê jî herî kêm ji 3ê aliyan ve naverasta bajaran dorpêç kirine, hikûmetê jî ji tevahiya 34 bajarên mezin ên welat ji xeynî Kabûl û 2 bajarên din, qedexeya çûnûhatina şevê li 31 bajaran ragihandiye.