Nûnerê Amerîkî: Zexta Trump li dijî Îranê têk çû, û Washington amade ye vegere Peymana navokî

Nûnerê Amerîkî: Zexta herî zêde a Trump li dijî Îranê têk çû, û Washington amade ye ku bi şert vegere Peymana navokî

Nûnerê taybetî yê Amerîkî li Îranê, Robert Malley, got ku “Zexta herî zêde a Amerîkî ji hêla serokê berê Donald Trump ve li dijî Îranê destpê kir têk çû.”

Robert Malley diyar kir ku “Dewletên Yekbûyî amade ye ku vegere Peymana Navokî heke Îran pabendiyên xwe yên navokî pêk bîne.”

Nûnerê Amerîkî tekez kir ku “Fişara Amerîkî li ser Îranê zirar daye berjewendîyên Amerîkî di asta cîhanî de”.

Di çarçoveyek pêwendîdar de, Wall Street Journal îdia kir ku “Îranê ji Yewletên Yekbûyî xwestîye heger Waşingtonê di paşerojê de xwest di Peymana Navokî de nemîne, li wê çaxê pêwîste vekşîna wê bi rêya Neteweyên Yekbûyî be”.

Pustên heman beş