Bi dirûşma “Mirin ji dîktator re” li Îranê xwepêşandan didomin

Bi dirûşma"Mirin ji dîktator re" li Îranê xwepêşandan didomin

Gelek dîmenên kombûn û meşan li naverasta Tehranê hatin weşandin ku tê de xwenîşanderan dirûşmeyên dijî Hikûmetê û Rêberê Komara Îslamîya Îranê berz kirin.

Di heman demê de, li ser medyaya civakî gelek vîdyoyên xwepêşandana protestoyî û meşa li Kerec, bi dirûşmên “Ji Kerec bo Xûzistanê, yekîtî, yekîtî” û “mirin ji dîktator re” hatin weşandin.

Roja duşemê danê nîvro, xwepêşander ber bi cadeya Cimhorî ya Tehranê ve meşiyan, bê navber dirûşmên “mirin ji dîktator re” û “mirin ji Xameneyî re, ji welatê me derkeve.” hatin weşandin.

12 roja piştî destpêkirina xwepêşandanan li Xûzistanê û belavbûna wê ya li bajarên din, xwepêşandan li Tehran û Kerec pêk hatin.

Di xwepêşandanên li Îranê dirûşmeyên cuda cuda weke “ne Xeze û ne jî Lubnan, canê min fedayê Îranê”, “Mela ji welatê me bicehimin”, û “Reza Şah ruha te şad” hatin avêtin.

Mîtîng piştî betlaneya hefteyekêya li Tehranê ku ji ber Koronayê hatibû ragihandin di roja yekem de pêk hat.

Pustên heman beş