Dufaqî li kuye, li Qendîlê yan li Serê Reş?!

Kesek heye bi navê Ehmed Qereqûs bibûrin Ehmed Qeremûs, yê ku ji hêla rêxistina PKKê ve ji boy hevseroktîya Kongireya neNetewî a Kurd, cardin bibûrin Kongireya Netewî a Kurdan hatiye wezîfe dar kirin, li roja 27/7/2021an vî kesî daxuyanî daye RojNews ê û kurtîya daxuyaniyê van xala li xwe digire:
Ger yêk gulle were avêtin wê şerê navxwe li pey be.
PDKe poletîkaya dufaqiyê bi kar tîne, ji alîyek din dibêje: Şerê birakujiyê herame û carna dibêje Pêşmergehan ji boy herêmê Gerîlayan di herekîne.
Ji Rêberê Miletê Kurd dixwaze ku dev ji kelereqiyê berde û berê xwe bide diyalogê.
Carê bi kurtasî û bi Kurdî ezê bêjim te:
Li Kurdistanê sazîyek bi navê Kongireya Netewî a Kurdî tuneye. Berevajî sazîyek heye ku ji çend kadiroyên PKKê pêk tê û wan ev navê pîroz li xwe kirine.
Tu partîyeke siyasî a Kurdistanî li her çar perçeyan danpêdan bi hewe nekirîye, ji ber ku hûn nesazîyek bê alî ne û 100% hûn girêdayî rêxistina PKKê ne û hûn nerêxistinek demokratîkin, belku hûn baskê siyasîy ê PKKê ne li Ewropayê.
Ji roja hûn hatine damezrandin heya roja me ya îro, hûn li gor biryar û telîmatên PKKê tev digerin, ger xwendevanê birêz bixwaze rastîya hewe fêm bike ji roja hûn hatine damezrandin û çawanîya xebata hewe bila kerim bikin û pirtûka “Ayetên Apo” bixwîne, a ku ji hêla “Selîm Çirokkaya” ve hatîye nivîsandin ku navbûrî daner û kadiroyê rêxistinê bû.
Tu ne hevserokê rasteqîneyî, lê tu biryarên Qendîlê li nava wê rêxistinê cî bi cî dikey.
Tu dibêjî Pêşmergê PDKê, carê vî îdyemî ji nava xwe rakin, eve îdyeme ji hêla dewletên dagîr ker ve tê bi kar anîn, ji ber ku heya roja me ya îro jî danpêdanê bi Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û wezareta Pêşmerge nakin, hûn jî bi heman mejîkî li Hikumeta Başûr û Pêşmergehan di nerin, bi kar anîna wê îdyemê jî belgeye li ser vê axaftina me.
Pêşmergehê Kurdistanê leşkerek rêxistîye û li gor dîspilînên wezareta Pêşmerge tev digere û hereketê dike, weke çawa hûn li gorî biryarên Qendîlê tev digerin.
Li derbara hereketa Pêşmergehan, gelo hûn dizanin ku erka sereke a Pêşmergehan parastina xaka Başûrê Kurdistanê ye ji her destdirêjîyekê? Pirs li vir eve, gelo Pêşmergehan hereket bo kîjan herêman kirine? Gelo Pêşmergehan berê xwe dane çiyayên Bakurê Kurdistanê û berpiyên Gerîlayan teng kirine? Gelo qey Pêşmerge hatîye herêmên Bakur û xeterî xistîye ser jiyana hemwlatiyên wê perçeya welat. Pirsa li vir eve, gelo Gerîla li Metînî û Garê çi dike? Nizanim hûn dizanin kelereqî çîye? Kelereqî Ewe dema hemû Partiyên Kurdistana başûr ji partiyên desthelatê û yên mixalif li dijî hebûna Gerîlayan li başûr û Qendîla te fikra pîvazekê jî ji boy wan partîyan nake.
Kelereqî ewe dema parlmentoyeka hilbijartî û hikûmetek hilbijartî li dijî hebûna Gerîlane li Başûr û Qendîla te fikra bacansorkekê jî ji boy wan nake.
PDKe dufaqiyê nake, lê li gorî nerîna hewe ya dufaqiyê dike, ji ber ku heya niha hûnê mîna bebexaî di axivin û ji wataya îdyeman fêm nakin, ji ber ku wusa diyare Qendîlê gotîye te bêje dufaqî hema te jî got.
Dufaqî wek îdyem ewe ku biserve tiştekê bêjî û jêr bi jêr tiştek din, mîna siyaseta Qendîlê ku bi serve dibêje ez ji boy azadbûna Kurd û Kurdistanê tev digerim û jêr bi jêr xebatê ji boy cî bi cî kirina Mîsaqa Millî ya Tirkiyê dike.
PDKe eşkere dibêje em li dijî hebûna hêza Gerîlayne li Başûrê Kurdistanê, evca niza dufaqî li kuye, li Qendîlê ye yan li Serê Reşe ????