Hat ragihandin ku tevgera Talîbanê roja Çarşemê ragihandiye ku şandeke wan a ji 9 endaman pêk tê, serdana Çînê kiriye û bi wezîrê derve re civiyane.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, wê şandê ji bo gotûbêjkirina ser danûstandinên aşîtîyê û dozên ewlehiyê bi vexwendineke fermî çûne Çînê.
Berdevkê Tevgera Talîban Mihemed Neîm li ser hesabê twitterê gotiye: “Siyaset, aborî û mijarên girêdayî ewlehiya her du dewletan, rewşa heyî li Afganistanê û xebata aştiyê di civînan de hat gotûbêjkirin.”
Neîm gotiye, tevger bi nûnerê Çînê yê taybet ji bo Afganistanê re civiya ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê jî ragihandiye ku diplomatîkê Çînê yê mezin Wang Bì bi nûnerên Talîban re li bajarê Tiynjin a bakurê Çînê civiya.