Biratîya Gelan an jî qetîlama Kurdan

Li Konyayê li dijî malbateke Kurd êrîşeke nîjadperest hat kirin. Êrîşkar ew qas bi kerb û kîn bûn serê her yekê ji wan ku hatine kuştin fîşek lêdane, û wan xwest ku cenazeyan jî bişewitînin, vê bûyerê di nava Kurdan de înfîal çêkir. Heman demê de tirsek jî çêkir. Lê em nekarin pêşîyê li vê yekê ne bi tirsiyanê û ne jî bi bertekên hestiyarî bigirîn. Pêdivîye em Kurd kumikê xwe danîn ber xwe û li ser her tiştî careke din bi hûrgulî bifikirîn. 

Biratiya Gelan Kurd ber bi wenda bûn û komkujîyê ve kaş kirine

Divê Kurdên Bakurê Kurdistanê pêşî bibînin ku noqteya ku ew lê disekinin çewt e.  Roja Evdila Ocelan anîne Tirkîya heya nûke ev 22 sal in, xeta “li ser bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê, nasnameya jorîn a Tirkbûnê, jiyana bi hev re ya li ser bingeha Biratiya Gelan” tiştek destkeft ji Kurdan re ne anîye, berovajî, ew wan Kurdên Bakûr ber bi wenda bûn û komkujîyê ve kaş kirine. Heya ku em vê rastîya dijwar baş dernexîn zanebûnê em weke Kurdên Bakûr nikarin xwe ji vê xefikê rizgar bikin.

Dewleta Tirk hebûna xwe li ser kavilkirina welatê Kurdistanê û qirkirina Kurdan ava kiriye

Ji ber ku armanc û xeta siyasî ya dewleta Tirk dîyar e. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser kavilkirina welatê Kurdistanê û qirkirina Kurdan ava kiriye. Ev ne rewşek weye tenê têkildarî hukûmeta AKP ê û MHP ê ye, wekî ku hinek layanên sîyasî qala wê dikin. Ev di tevahiya sedsala bîstan ango di tevahiya dîroka Komara Tîrkîyê ve girêda ye. Komkujî û bûyerên li ser Agirî, Zîlan, Dêrsim,  Newala qesaba, Varto, Komkujiya Mereşê, valakirina 5 hezar gundan, kuştina bi hezaran kesên kujerê wan nedîyar di salên 1990 de berîya desthilata AKP ê bû. Dewleta Tirk hemû ev bûyere ne kirin, niha jî dewleta Tirk bi xwe dike. Dewlet, leşker, polîs, siyasetmedar,gele Tirk bi hemû sazîyên xwe bi hev re vî karî dikin.

Tirk baş dizanin gava ku Kurdistan rizgar bo hebûna Tirkan jî namîne

Tevî vê rastîya dîrokî a dewleta Tirk, HDPe derket holê û daxuyanîya xwe de dibêje berpisyarê komkujiya li Konyayê hikûmeta AKP’ê MHP ê ye.” Lê belê dewleta Tirk ji hemû komkujiyên 100 salan ên li ser Kurdan hatîn meşandin berpirsyar e.

Dewleta Tirk bi artêş, polîs, gel û burokratên xwe ve yek in. Di navan de nakokî hebe jî lê wan hebûna xwe li ser qirkirina Kurd-Kurdsatanê avakirîye. Ji ber vê sedemê, ew di bin her şert û mercî de ji bo kuştina Kurdan bi hev re dixebitin. Rexmê vê rastîya dewleta Tirk, Kurd ev 22 sal in li hundurê dewleta Tirk ji xwe re “yekî baş” digerin. Di bêjin “Tansû Çiller xirab bû, Tirgût Ozal baş bû, artêş Tirk baş e, polîsê Tirk  xirab e, Fethûllah Gulen xirab e, Erdogan baş e, Ergenekon xirab e, Kemalîst baş in, Hakan Fidan baş e, silêman soylu xerab e”. Lêbelê, cûdahiyek di navbera sazî û rêveberên dewleta Tirk de tune ye. Ew her yêk didanek vê çerxê dagirkerîya Kurdistanê ne. dora kîjan hikûmet û rayedarî were ew ê Kurdan bixwe. Tirk baş dizanin gava ku Kurdistan rizgar bo hebûna Tirkan jî namîne.

Em nikarin ji dewleta ku her roj dixwaze ku me tune bike re bibêjin bira

Ango, rewşa ku Kurd tê de ne, êrîşa dewlet û civaka faşîst û ya dewleta Tirk e. Yekane rêya mayîn û xweparastina li hember vê nijadperstîya Tirk ew e ku em ji dewleta Tirk re bibêjin hûn kolonyalîst û dagirkerin û xwe li gorî wê bi rêxistin bikîn. Em nikarin ji dewleta ku her roj dixwaze ku me tune bike re bibêjin bira.

Di dinyayê de tenê yek dermanê dagirkerîyê heye ew jî ev e: Nijadperwerî Kurd mecbûrîn Nijadperwer bin.

Hûn kîjan netewe û civaka xwe ji dagirkerîyê rizgar kirî binerin hûn ê bibinin ku wan xeta Nijatperwerî parastîye û israra xwe meşandinê kirîye. Weke din jî hûn dîroka wan milletên xwestî serbixwe bijîn binêrin hûn ê bizanin ku nijadperwerî çi qas erkekî dîyare. Nijadperwerî şifre ya azadîya netewî ye. Di dîroka şoreşan de rastîyek bi vî awayî zelal heye.

Tespîta dîrokî ya bêqisûr a Îsmail Beşikçî jî piştgirî dide ferzbûna neteweperweriya Kurdan. Mamoste Bêjîkçî dibêje, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bêdewletbûnê ye”. Belê, pirsgirêka hebûna Kurdan wekî Kurd tenê bi van her du haletan çareser dibe. Neteweperestî û Dewlet mîna enerjî û madeyê ne. Neteweperestî enerjî ye, li gorî qanûna fîzîkê, her enerjî pêwîstî bi maddebûyînê heye. neteweperestî bi bûna dewletê ve dibe madde. Enerjî netewperstî madde jî dewlet e. Di zagona misogerkirina hebûna xwe de wekî netewe, pêkanîna fikira neteweyî di dewletê de heye. Payre dewlet di kare xwe di nava xwe de biguhere. Pêwsîte Bakûr vê rastiya civakî û siyasî baş bibîne.

Pîdvîye Kurd me yên Bakûr bibînin ku dirûşma “Biratiya Gelan”, ya ku Ocelan û PKKe ev 22 sal in di guhê me da dibêjin û hewil didin ku Kurdan pê bidin bawer kirin, di rastiyê de xewna şevê û çîrokek derew e.

Komkujiya Konyayê hemû hest û ramanên me hejandin. Bi taybetî Kurdên li dora HDP’ê xwe birêxistin kirin hê bêtir pêwîste hejiya bin. Ji ber ku, tevî tawîzên va 22 salan jî, rastiya ku ew (Kurd) ne perçeyek ji dewleta Tirkîyê ne, mîna zileyek li rûyê Kurdên Bakûr ket. Pîdvîye Kurdên me yên Bakûr bibînin ku dirûşma “Biratiya Gelan”, ya ku Ocelan û PKKe ev 22 sal in guhê me da dibêjin û hewl didin ku Kurdan pê bidin bawer kirin, di rastiyê de xewna şevê û çîrokek derew e. Lê geştîya derew a “Biratîya Gelan” li Konya yê binav bû.

Kurdên Bakûr di xefikekê de asê mane

Ji ber vê sedemê divê Kurdên Bakûr kumê xwe bidin ber xwe û li ser vê mijarê bi kûrahî bifikirin. Ji ber ku Kurdên Bakûr di xefikekê de asê mane. Ew têdikoşe, qurbanîyan dide, lê ew pêngavek biçuçik jî pêşve naçe û her roj jî xirabtir û kaviltir dibe. Divê Kurdên Bakur ji vê rastiyê haydar bin: yên hebûna millî û neteweyî ya Kurdan, mafê wan ê xwe rêvebirinê û mafê veqetînê neparêze, nikare santîmetreyek jî ji bo Kurdan pêşveçûnê ava bike û ne jî dikare pêşî li komkujiyên Kurdan bigire. Ji ber vê yekê ye ku HDPe îro di rewşeke weda ye ku tiştek bi deste wan ve nayê û nikarin tiştekê bikin.

Ji berk u HDP ji kolonyalîstî re nabêje kolonyalist

HDP ji welatê Kurdan re nabêje Kurdistan

“tiştê ji bo Kurdan pêwîst bi serê xwe xwe rêvebirin e” HDP vê nabêje

Pêwsîte Kurdên Bakûr dîsa veger ser wê xeta xwe ya berê, ya ku nûke wenda kirî. Kurdên Bakûr divê dev ji wan çîrok û çîvanokên weke “jîyana bihev re û Biratîya Gelan” berde. Ger em vîya nekîn em nikarîn tola xwe rakîn, em nikarîn pêşî li kuştina xwe û zarokên xwe bigirîn. Çeka deste me Kurdan da tene pêşxistina nijadperwerî û xwedan derketina Kurdistana Serbixwe ye.

Pustên heman beş