PKK xwe amade dike ku êrişekî leşkerî li ser devera Balinda û Sîte bike

PKK xwe amade dike ku êrişekî leşkerî li ser devera Balinda û Sîte bike

Hate hînbûn ku PKK xwe amade dike ku êrîşî bejahiya navçeya Şêladizê ya Duhokê bike. Çavkanîyên herêmî ragihand ku PKK hêzên xwe ber bi gundê Sîda, Sîte û balinda ve dibe û xebatekî keşf û plansazîyê li dijî bingehên Pêşmergan dike.

PKK hewl dide ku provakasyonê çêbike

Hêzên PKK ê ji 27 ê Tîrmehê vir ve li herêmên Çemçû-Renşbiraxe–Sîda-Pêperxa û Avamarik kom dibin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku PKK heta beramber nuqteya kontrolê ya Pêşmergeyan bi cih bûne.

Çavkanî eşkere dikin ku PKK bi kincên xwe yên sivîl û bi motorsîklêtan hatine xalên pişkinînê yên Pêşmerge û xwestiye bê rawestan derbas bibin û bi devkî  cedele bi hêzên Pêşmerge re kirî ne. Xelkê herêmê hemfikir e ku tevgera PKK ê bi vî awayî dixwaze Pêşmergan tehrîk bike û pevçûn derxîne.

Ma ew plana kevn kete dewrê?

Tê zanîn ku PKK ê berê jî hewl dabû ku li heman herêmê pevçûnê çêbike. PKK li şeva 21 ê Hezîranê li vê qadê xwest bû êrîşekê bike. Ji bo vê yêkê, çek û mûşek bi şev şandibûn herêmê. Ji 19 ê Hezîranê vir ve, PKK bi berdewamî dibêje ku li herêmên Çemçû û Renşbiraxe pevçûn çêbû ye. Çapemeniya PKK ê bi eşkereyî got ku “vê carê, şerekî ku derkeve wê şerekî mezin be ku tu kes nikare vî şerî bisekinîne”.

Lê wê şevê de Ajansa Ewlekariya Herêma Kurdistanê daxuyaniyên Ozgûr Jiyanda, yek ji fermandarên PKK-HPG, weşand. Ozgur Jiyanda di 9 ê Hezîranê de ji PKK ê veqetiya, li hember êrîşên PKK ê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên wî helwest nîşan da û hat cem Hêzên Pêşmergê Kurdistanê. Ji ber ku Ozgûr Jiyanda hûrgiliyên kuştin û êrîşên PKKê yên li ser pêşmergeyan di sala borî de eşkere kirin, rewşa bûyerê jî guherî. PKK ê planên xwe ji bo demkî rawestandin.

PKK amadekariyên êrîşeke mezin dike

Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku dibe ku PKK di demekî kin de êrîşê bike. Veguheztina hêzên PKK ê ji bo deverê û kiryarên wan yên provokatîf, hewldanên wan yên ji bo tehrîkkirina Pêşmerge û dezenformasyona wan ya medyayî, vê yekê tekez dikin. Her wiha ji bo pêşîgirtina bertekên dewletên Ewropa yên hember êrîşên PKK ê jî amadekarî hatine kirin. PKK di bin navê “Defend Kurdistan” de komek ji mirovên xwe amade kirine ji bo raya giştî di warê sîyasî de xelet babidin, li kolanên Ewropayê hinek çalakiyan dê pêk bînin. Wusa dixuye ku PKK plan dike di Tebaxê de vê êrîşê bike, ew we difikire ku şert û mercên hundur û derve ji bo vê planê di guncayî ne.

Herêma Renşbirax û Çemçû herêmek e ku sivîl tê de diçin û tên, û ew ne qada şerê PKK û dewleta Tirk e. Piştî ku çiyayên stratejîk ên li herêmên Metîna, Heftanîn, Zap û Avaşinê ji artêşa Tirk re hate hiştin, PKK ji bo vekirina qadeke nû ji bo xwe ber bi herêmên sivîl vekişya. PKKê hin dever ji bo gel qedexe kirin, li hin deveran jî gundîya wekî mertalên zindî bikar tîne.

Heta niha 9 pêşmerge şehîd bûne

Di encama êrîşên ku PKK ê di Eylûla par de dabûn destpêkirin de, heta niha 9 pêşmerge şehîd bûne û bi dehan pêşmerge jî birîndar bûne. PKK ê heta niha jî berpirsyariya van êrîşan negirtîye ser xwe. PKK ê ev hemû çalekî yên xwe weke Pevçûnek derket, agahîya me nîne, bila bûyer were vekolînkirin û hwd xwest raya giştî a Kurd bi van got-gotkan mijûl bike. Lê 9 şehîd hene û dehan jî birîndar li ser vê mijarê heta niha PKK ê tu daxuyanî nedaye û nade jî.

Pustên heman beş