Xwezî mirov pêlavek ji rûyê Kalkan Hebûya

duran-kalkan-kalik-pkk-kck-hpg-huner-ziman-kurd (1)
  • Simko Ebdulezîz

  • Beşa: 2

Duran Kalkan di roja 3 tebaxa 2021an de li Medya Haberê carek din kanîya gund lewitand û go: “Silêmanî metropolek pir girînge û nabe weke Hewlêr û Duhukê bibe” .

Wusa diyare tu kes bi qasî te nizane kîjan dera te di şewite û pêwîst nake tu û rêxistina xwe hêsiran ji boy Silêmaniyê birjînin, heger hêsirên we rast bin? Ez di pirsm:

  • Gelo bi ya we YNKe xeta netewe perweriyê digre? Heger wusa be, pirs eve çima di waneyên ku li ekadmîya Qurqumaz de tên gotin ev yêk nehatîye tesbît kirin?

  • Çima di xula perwerdê de li wir ku ji boy dema 6 mehan dewam dike, wane li ser şexsê “Mam Celal” tuneye?

  • Çima hewe Mam Celal bi feudal û kevneşop û hez li xweker û bi mîkafîlî dida nas kirin? Pir çima hene, ji xwe ez û tu li wir şagird bûn.

Heger nuka jî em ji kadiro û Gêrîlayên PKKê bipirsin, gelo Kalkan bi tu tiştekê tê nas kirin? Bawerim herî kêm 90% wê bibêjin bi dû rûyatiyê tê nas kirin, Kalkan qey ewên di zîndana diyarbekrê de may û xwe radestî dewletê nekirî, piştî hatîne azad kirin, ma ne te piranya wan yan bi sîxor nasandin û hewe tasfîye kirin, yan wekî Silêman Çirukkaya reviyan, her wiha hemû hevalên dan pêdan kirî erk di rêxistinê de wergirtin û yêk jê tu?.

Te dû nav li nava Gêrîlayan de hene, eşkere ji ter re dibêjin Quptan Kalkan û di nava xwe da ji ter re dibêjin: Bekrok, hege bawer nekey? Taqîb bike.

Kalkanê Bekrok tu baş dizanî Bekrokê dastana “Mem û Zîn” çi qas ji boy kuştina îna Mem û Zînê xebitî, lê belê Bekrokî nikarî wê vîna di nêvbera wan de bikuje.

Vîna Silêmaniyê, Hewlêr, Duhok û Helebçe bi jehra ku tu di avêjî xera nabe, ev 4 metropol ji hêla yêk hikûmeta Kurdî tên meşandin, yên mîna te û rêxistina te, nikarin van bajêran ji hev veqetînin.

Li aliyê din, tişta ku li Silêmaniyê diqewme, negirêdayî tev Silêmaniyê ye, ji xwe hemû partiyên Kurdistanî di Silêmanyê de ne, ne tenê YNKe, li gorî êncamên hilbijratina dawîn jî, YNKê 35% a dengên Silêmaniyê bi dest xisitbûn.

Merov dikare bibêje ku 80% alîgirên YNKê jî li dijî siyaseta Lahur Şêx Cengî ne, ev jî dihête wataya ku li Silêmaniyê tenê 5% bi Lahur re ne.

Loma sedema şewata bi pişta te û rêxistina te ji boy Silêmaniyê ketî çî ye? Sedem çine hûn ketine lave lavê? Heger bersîva we tune be? Bersiv li cem me heye, tişta ku li Silêmaniyê di qewme eve:

  • Pêşî girtina li bazirganîya maddeyên hişberê ye ku tu û rêxistina te şirîkên wê bazirganiyê ne.

  • Kontirolkirina bazirganîya sînorî ye ku wê bibe sedem alîkarî ji rêxistina te werin qut kirin.

  • Qut kirina wê korîdorê ye ku hewe dirust kirî ku têde çek ji Îranê bo Sûriyê û Libnanê û Heşda Şabî tên şandin.

  • Pêşî girtine li kadiroyên PKKê ku serbest li balefirxaneya Silêmaniyê di herkîn.

  • Pêşî girtine li civînên qirêj ku PKKê bi îstixbaratên dewletên dagîr ker re li Silêmaniyê dikirin.

Pustên heman beş