Pentagon: PKK rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digre

Pentagon: PKK rê li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê digre

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) di raportekê de ji bo Kongresa welatê xwe, behsa pêwendiyên PKK û milîsên ser bi Îranê li Şingalê dike û radigihîne; PKK rêgir e li ber cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, ku çareseriya herî baş e ji bo bidawîanîna kêşeyan û asayîkirina rewşa deverê. Herwiha diyar dike ku PKK nahêle rêxistinên Neteweyên Yekbûyî biçin nav Kampa Mexmûrê ji bo gihandina alîkariyan bo xelkê.

Pentagon di raporta xwe ya salane de ji bo Kongresa welatê xwe, hûrgiliyên pêwendiyên navbera PKK û milîsên Şîe yên ser bi Îranê yên li Iraqê bi giştî û Şingalê bi taybetî eşkere kirine.

Di raportê de nirxandina UNAMI li ser rewşa Şingalê û sedema nevegera xelkê aware yê Şingalê bo ser cih û warê xwe hatiye pêşkêşkirin û tê gotin: “Hebûna PKKê li nav Şingalê sedema bombebaranên berdewam ên Tirkiye û têkbirina zêdetir a ewlehiya navçeyê ye.”

UNAMI diyar kiriye: “Tevî hebûna hejmareke mezin awareyên xelkê Şingalê li Kampa Mexmûrê, hebûna PKK rêgir e li wê derê UNHCR alîkariyan bigihîne xelkê.”

Pentagonê destnîşan kiriye: “Ji bilî PKK û YPG çend komên din ên milîsan li nav Şingalê hene. YPG ji Sûriyê çekdar tîne nav Şingalê û Hikûmeta Herêmê ji vî karê neyasayî nîgeran e û daxwaza çareseriyê dike.”

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê di raporta xwe de bo Kongresê, piştevaniya rêkeftina Şingalê dike û wê rêkeftinê ji bo asayîkirina rewşa deverê çareseriya herî baş bi nav dike.

Herwiha bi belgeyan ji Kongresê re eşkere kiriye ku di navbera PKK û milîsên Şîe yên ser bi Îranê, li Şingal û derdora wê pêwediyeke bihêz heye, bi awayekî ku milîsên Şîe xwe kirine mertaleke siyasî û endamên YPGê di bin navê xwe de veşartine, bi vê yekê jî binpêkirina wan li hember rêkeftina Şingalê berdewam in. Hinek caran jî Îran ji bo rûbirûbûna hejmûna Tirkiyê li deverê, fermana êrîşkirina ser Tirkiyê dide û çend caran jî milîsên ser bi Îranê êrîş kirine ser binkeyên serbazî yên Tirkiyê û mûşekbaran kirine.

Vê yekê Tirkiye nîgeran kiriye û berdewam e di bombebaranên xwe de, ku ji ber bombebaranên wê, bi sedan gund vala bûne û bi hezaran nişteciyên gundên Herêma Kurdistanê jî aware bûne, bi taybetî li deverên sînorî.

Pustên heman beş