Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «1»

مه‌حموود بەرخوەدان-Mehmûd Berxwedan-okk-hsd-npg-ypg-qsd (2)
  • Beşa: 1

Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên Gerîla bike, emê bêalî nemînin, diyar e ku emê kê biparêzin», ne hewceye ku em gotinê hêve wêve badin, gotina Mehmûdê Reş tenê yek şîroveya wê heye: Ev gef, gefekî pir bê exlaqî ye.

HSDe fermanên xwe ji PKKê digire

Gefa ku ji aliyê Mehmûdê Reş ve hatiye kirin, hewce dike ku careke din lêpirsîn li nasnameya HSDê were kirin, Ji ber ku HSDe rêxistineke PKKê ye, tevî ku hemû Kurd, weke Kurd, bêy ku vê rastiyê berçav bigirin, çavê xwe li hemû şaşiyên HSDê digirin, lê ya rast eve ku em nasnameya HSDê paşguh nekîn, ev rastî her roj dubare derdikeve pêşberîme, HSDe rasterast bi navenda bi navê NPGê ve, ku ji aliyê Mirad Karayilan ve tê birêvebirin, girêdaye.

Dibe ku pêkhate hemû neKurd bin, lê rêveberî û sîstem ji PKKê-NPGê fermanên xwe distîne, çarenûsa Kurdên Rojava di destê girûba rêveber a PKKê de bûye leystok, Komek kal û pîrên mîna Cemîl Bayik û Mistafa Karasû, ku şerbeta çep a Tirk vexwarine, ji bo pirojeyên serê xwe de bêdudilî dê tevahiya Rojava bavêjin nava agir.

PKK li çarenûsa Rojava siwar bûye û peya nabe

HSDe-PYDe-Rêveberiya Xweser çi dibêje bila bêje, PKKê kadiroyên xwe yên tûnd mîna beraşekê di nîveka çarenûsa Kurdên Rojava de bi cî kirîye, PKKê 1 milyon Kurd li Rojava derxistin, Kurdên mayî jî çavtirsandî kirin, piraniya yên mayî jî Apolîtîk in, tenê li dûv bay diherikin. Her wiha girseya radîkal a ku PKKe her gav derdixe medyayê heye ku hejmara wan li tevahiya Rojava nagihîje 5000 kesî, ango çi qezîyeke PKK ê ya azadiya Rojava nîne, belê Rojavayek heye lêne ya Rojavayî ya ne, Rojava ya ku PKKe qala wê dike tenê ewe ya ji bo berjewendiya partîya xwe bi kar tîne.

Armanca PKK ê ya sereke ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bixeniqîne, Cemîl Bayik û dûvikên wî ji bo hilweşîna Hewlêrê bibînin, hew qas tijî kerb û kîn, hêrs û çavsor bûne ew dikarin ji bo ku bigehin armanca xwe tevahî Rojava bixin nava şerekî li dijî Başûrê Kurdistanê, ji bo axayên şer yên PKK ê, Rojava amûreke didest wan de, kengî bixwazin dê bi kar bînin.

Pilana PKKê ya Rojava tenê, dema ku pêwîst be wan bajo ser rêveberîya Başûrê Kurdistanê ye

Merema PKKê ji bo zêdekirina hêza xwe ya leşkerî li Rojava tu carî ne li dijî dewleta Sûriyê, ne li dijî dewleta Tirk bû, pilana PKKê ya li ser hêzên HSDê û YPGê ew bû ku van hêzan wek hêzên lejyoner bi kar bîne, li serî de, PKKê hesab kiriye ku dema pêwîst bike ewê van hêzan li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bide şerkirin.

Ji bo nuke, PKKe ew hêza leşkeri ya dest xwe de tene şerê dijî hêzên Pêşmerge wê bişuxilîne, PKKe li dijî çi dewletek dagirker şer nake, li Tirkiyê şer nîne, li Iranê şer nîne, li dijî rejîma Esad ango Sûrî şer nake û ne li dijî Iraqê jî şer dike.

Nuke tenê PKKe li Herêma Kurdistanê di nava şer da ye û tenê cihê ku gef lê dixwe jî Başûrê Kurdistanê ye.

Mijar didome

Pustên heman beş