Gefa bê exlaqî ya fermandarê HSDê – «3»

  • Beşa: 3

Fermandarê HSD ê «Mehmûd Berxwedan» an jî navê wî yê PKKê «Mehmûdê Reş», axivîye, «Ger Pêşmerge êrîşî herêmên Gerîla bike, emê bêalî nemînin, diyar e ku emê kê biparêzin», ne hewceye ku em gotinê hêve wêve badin, gotina Mehmûdê Reş tenê yek şîroveya wê heye: Ev gef, gefekî pir bê exlaqî ye.

Mehmûd Efendi, ma cihek din tune ku tu lê şer bikî?

Mehmûde Reş, ger tu ewqasî amade yî ji bo şer, binêre, roja din li Konyayê 7 Kurd hatin qetilkirin, here wir, şer bike, tu dikarî heyfa wan hilînî, Cihên ku hûn jêre dibêjin qadên Gerîla, hemû li Bakurê Kurdistanê di destê artêşa Tirk de ne, li wan  çiyayên ku berîya 10 salan Gerîla têde birkanê dikir û govend digêra niha yek Gerîla ji bo tovî jî têde nîne, weke pêşnîyarî here wan deveran rizgar bike.

Me dest ji wan hemûyan berden, tu dikarî biçî Efrîna Rengîn ya ku we teslîmî dagirkeran kirî, rizgar bikî, dê hemû Kurd şanazîyê bi te bikin, ew Efrîna hêjî kesek nizane ka we çawe û çima ji nişkave berdayî, bi dehan jinên Kurd hatin revandin û di zindanên Tirkiyê de ne, here wana rizgar bike.

Rêza yekemîn de wezîfeya rizgarkirina Efrînê ya te ye, ji ber ku te Efrîn berda û tu revî.

Mehmûd Reş, yek ji fermandarên Efrînê ye

Mehmûdê Reş xwe li ser qenepa xwe dirêj kirîye û dibêje ku ew çiqas biryardar û dilxwaze ku Kurdan bikuje, dibêje «Emê êrîşî Pêşmerge bikin», Mehmudê Cebilxanecî li Efrînê jî wiha gotinên mezin di axivî, wî got ku Efrîn dê ji bo Tirkiyê bibe dojeh. Kordinasyona şer ferman da wî, ku biçe çîyayê Hawara Lê wî talîmata ku biçe çiyayê Hawara pêkneanî, wî zarokên biçûk û gel şand çiyayê Hawara, ew ji navenda bajêr derneket.

Mehmûdê Reş xelkê Efrînê ji xwe re kirin mertalê zindî, wî biryargeha xwe li nava bajêr, hema li kêleka nexweşxaneya Efrînê danî û şer li wir kordine dikir, wî digot dijmin li nexweşxaneyê naxe loma jî wî xwe sipart bin sîbera nexweşxana Efrînê, birîndar û kesên li nexweşxaneyê kirin hedefa êrişên artêşa Tirk a faşist û dagirker.

Ji bo Mehmudê Reş 2 Tugayên ku her yêk ji 250 Şervanan pêk dihat ji Herêma Cizîrê hatin rêkirin, lê mixabin ji wan her 2 tugayan tenê 50 Şervan sax filitîn, heman demê 1500 kadiroyên devera Efrînê dibin fermana wî de bûn û biqasî wana jî hêza gel pêre bû lê wî nêzî 3000 Şehîd pay xwe hiştin û revî çû Şehbayê.

Belê li ser wî kursîkê pesin dayîn û peyn belavkirin pir hêsane, weke fermandarekî serfiraz jî di axive, lê ew Mehmûdê Reş yê li ser wî kursîkê gefan dixwe gava fîşek paqîya jî xwe dide piş zarokên vî gelî û di veşêre.

Mehmudê Cebilxanecî dixwaze xwe ji PKKê re îsbat bike?

Reva Mahmûde Reş a ji şerê Efrînê bû sedema berteka Şervanên YPGê û raya giştî ku PKKe mecbûr ma Mehmûdê Reş bibe lêpirsînê.

Ew ji Rojava jî birin çîyayê Garê, dewrekî perwerdê li navenda îdeolojî dît, Mehmûde Reş ji bo ku dîsa vegere Rojava bi dehan rûpel rapor nivîsandin, ew piştî çend mehan şûnda vegeriya Rojava.

Dema ku Mehmûdê Reş vegerîyay Rojava di derbarê şikefta perwerdehiyê ya ku ew li wir mabû de di got: «Mirov li şikefeta Perwerdê ji dayik buna xwe poşman dibe, heke dîsa gazî min bikin ezê birevim, lê ez naçim wê şikeftê».

Evcar ji bo ku venegere wê şikeftê, ji wî re çi bibêjin ew ,mîna PKK yi yek aqil bizavê dike, ew mîna fermandeyekî mezinê şer gefan li Pêşmerge dike, lê em baş dizanin ku Mehmûd kî ye, wî bi xwe ew wêrekî nîne ku were fîşekekê jî bi teqîne, lêbelê, ewê bixwaze li sitargeha Cizîrê rûne û zarokên xelkê bişîne mirinê, mîna ku wî li Efrînê kirî.

Gelo ma ewê Ereb, Şîe û bi Çepên Tirk dê êrişî Pêşmerge bikin?

Mehmûd Reş gefa HSDê ku ji 70% ji wê hêzê Ereb-Suryanî pêk tê, dixweze êrişî Pêşmerge bike, ango ewê Ereban bajo ser  Kurdistanê ve, ewê leşkerên Ereb li dijî Pêşmerge bidine şer kirin? mîna Saddam, wî jî leşkerên ku ji Felastînê anîbûn rêkiribûn ser Kurdistanê, mîna DAÎŞ ê, wan jî ew terorîstên ji welatên cûrbecûr pêkdihatin ve êrîşî Kurdistanê dikirin.

Di bin van gotinên Mehmûd Reş de rastiya PKKê heye, PKKe ne tevgereke Kurdistanî ye, PKK ne tevgerek welatparêze, yê ku li ser pilan û daxwazîya kesên din êrîşî Kurdan bike ew nabin Kurd.

PKK bi harîkarîya rêxistinên çepê Tirkan yên li gel wan, bi harîkarîya Erebên di nava HSDê de û Şîe yên di nava Heşda Şabî de di xwazin êrişî Kurdistana Başur bikin, PKK ev qas xayîn û bênir bûye.

Erê PKKe dikare rêbazên xîyanetê li dijî Kurdistanê pêkbîne, me di destpêkê de gefa Mehmûdê Reş wekî gefek bêexlaq binav kir, lê gava ku em li vê zawîyê lê dinêrîn, ew ne tenê bêexlaqî ye, di heman demê de gefxarinek pir xayîn û dijminkarîye.

Pustên heman beş