Amerîka ceza danî ser du mîlîşyayên Iraqî

Amerîka ceza danî ser du mîlîşyayên Iraqî

Wezareta Karên Derveya Amerîka ceza danî ser mîlîşyayên esayîb Ehlul Heqa Iraqî û hizbullaha Iraqî û Libnanî.

Wezareta derveya Amerîkayê ragihand, di roja 29/7/2021an ceza bi ser hin kom û kompanyayan de sepandiye ku hevkarin ligel komara îslamîya Îranê.

Wezareta karên derveya Amerîka destnîşan kir, ev ceza du kompanyayên Sûrîyên ser bi Waêl Îsa û Eymen Sebax jî li xwe digre.

Ev di demekê deye, di van du salên dawî de, mîlîşyayên Iraqê gelek êrîş li ser baregehên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê kirine.

Sala borî jî wezareta gencîneya Amerîka, hejmarek mîlîşyayên Iraqêyên nêzîkî Îranê xistibûn lîsteya terorê.

Pustên heman beş