Hikûmeta Afgan û Talîban li Qeterê dest bi hevdîtinan dikin

Hikûmeta Afgan û Talîban li Qeterê dest bi hevdîtinan dikin

Li demeke ku piştî vekişîna Amerîkayê, şerê Tevgera Talîban û hêzên hikûmeta Afganistanê dijwar bûyê û Talîbanê gelek bajarên sereke yên wîlayetan xistine kontrola xwe, danûstandinên aştiyê yên herdu aliyan ji nû ve dest pê dikin.

 

Ji Wezareta Aştiyê ya Afganistanê çavkaniyekê ragihandiye ku gereke nû ya danûstandinan di navbera nûnerên hikumeta Afgan û tevgera Talîban de, îro 10ê Tebaxê li paytexta Qeterê Doha dest pê dikin.

 

Li gorî nûçeya ajansa “Novostî” a rûsî, çavkaniyê daye xuyakirin ku wê danûstandin 3 rojan dewam bikin.

Pustên heman beş