«Serokê Me»  hebe, bila şewata xwedê bi Efrînê û gelê wê bikeve!!

Rêxistina PKKê paş ku Efrîn di nava çend rojan de ji bo eskerê Tirk hiştî û reviyayî, dest avêtîye xebatên xapandina koçberên wê, ew bi darê zorê derxistine meşekê û silogana bi «Ruhê pêngava 15 tebaxê emê rêber Apo azad bikin»!! Dide gotin.

Ajansa ANF ê a PKKê, nûçeyek bi nav û nîşanê «Efrînî li dijî tecrîda Ocalan meşiyan» derxistîye pêş û têde gotîye ku bi sedan şêniyên Efrînê ji bo bidawîkirina tecrîdê meşek girseyî li darxistin.

Tu kesî bi qasî Apo û PKKê roja Efrînîyan tarî nekirîye

PKKê bi dehan şêniyên Efrînê yên ku ji sedema dagîrkeriyê û reviyana PKKê li dema êrîşê, koçberî gundên Şehbayê bûy kom kirine, her yêk ji wan 2 wêneyên Apo dane destê wan, piranî jê jin û zarokin û nizanin ku wêneya wî zilamê wan bilind kirî sedema vê derdeseriyê ye ku ew ketine têde.

Rêxistina PKKê pirr bi rû qaymî siloganên «Emê rêber Apo rizgar bikin» û «Kes nikare roja me tarî bike», xistine destê koçberên Efrînê de, lê ya rast ew heman koçberin yên ji sedema siyaseta şaş ya PKKê û pîlanên «Apo» koçber û derbeder bûne, her ew koçberin yên ku tu kesî bi qasî PKKê û Apo roja wan tarî nekirine.

«Serokê Me»  hebe, bila şewata xwedê bi Efrînê û gelê wê bikeve!!

Ji bo PKKê Apo hebe, bila Efrîn û gelê wê biçe şewatê

Bê exlaqîya PKKê bi vê meşê hemû sînor derbas kirine, ji ber ku heger wêneyên şehîdên Efrînê û siloganên bi dawî kirina dagîrkeriyê li şûna yên Apo di vê meşê de bilind kirban, li wê çaxê mirov dikare bibêje yaoo rêxistinê xema Efrînê hilgirtîye, di vê meşê de tenê rastîyek derdikeve ber çavan ew jî eve: «Ji bo rêxistina PKKê ne xaka welat û ne jî gel tu wate nîne, ew dikare ne tenê xaka Kurdistanê belku gelê Kurd li her derê fedayê wî zilamî bike ku di Îmraliyê de razaye», ji bo PKKê û Girûpa Enqerê Apo hebe, bila Efrîn û gelê wê biçin şewatê.

Rêxistina PKKê li dema êrîşa dagîrkerîya ser Efrînê digo: «Efrîn wê ji bo Tirkiyê bibe dojeh, Karayilan digo: Heger şerefa Ardogan hebe wê lingê wî bikeve nava Efrînê»!!, Lê belê wan Efrîna rengîn ji boy Tirkiyê hişt û şêniyên wê koçber û derbeder kirin.

PKKe ya ku îro nikare Efrîna bin destê Tirka ku çend kîlometran ji wan dûre rizgar bike, hatîye û silogana rizgarkirina «Giravekê» bi koçberê belengazê Efrînê dide gotin ku bi sedan kîlometran dûre, gelo mirov dipirse, qey doza Efrînîyan li Îmraliyê ye?  Qey demokratîk kirina Tirkiyê ya ku serokê PKKê banga wê dike çi êncam ji bo Efrînê û Kurdan anî? Bila Efrînî baş bizanbin yên ku ew xistine vê rewşê PKKe ye, yên ku Rojava Kurdistanê kirine Bakurê Sûriyê PKKe ye, yên ku wan li derberderiyê jî dixapîne her PKKe ye û yên ku dixwazin her tiştî fedayê Kemalîstê li Îmraliyê bikin her PKKe bi xwe ye.

Pustên heman beş