p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Îbrahîm Ehmed ajanê PKKê bû!

-
Simko Ebdulezîz
Dilê min ji boy hêzên gerîla pir dişewite, piraniya gerîla çi kur çi keç kesên wilatparêz û fedakarin, wan ji boy armanceka pîroz dest ji tev xweşîyên dinê kişandiye, lê ketîne di bin siyaseteke şaş a PKKê de, yên ku bûye gerîla ji boy azadiya Kurdistanê û damezrandina wilateke serbixwe bûne gerîla, lê serkirdatiya PKKê wan gerîlayan ji boy cîbicîkirina Mîsaqa Millî û îdolojiya Kemalîstî bikar tînin.
Wusa dixuye ku serkirdatiya PKKê li ser sê beşan parve bûye:
-
Kesên di asta serkirdatiyê de û bawerî bi Kurdistana serbixwe heyî, piraniya van kesan canê xwe ji boy azadiya Kurdistanê kiriye qurban, PKKe jî bazarek siyasî li ser xwîna van kesan dike û bi tenê hin caran ji boy bi xwe ve girêdana malbatên wan, wêneyên van kesan di medyaya xwe de parve dike û pesna wan dide.
-
Beşa diduyan a serkirdatiya PKKê dîsan ew kesin ku bawerî bi azadiya kurdan û Kurdistana mezin heyî û îro ji PKKê qut bûyî û li dervey rêxistina PKKê xebata xwe ya siyasî didomînin û jiyana wan hertim di xetereyê deye, ev xeterî ne ji aliyê dujmin belku ji aliyê PKKê bixwe dikeve ser jiyana wan.
-
Kesên ku îro serkirdatiya PKKê dikin sê curin, lê di yek tiştî de hevbeşin ew jî Tûtî bûyîna wane.
Tûtî yek ji wan balindeyane ku kesatiya wê a serbixwe tuneye, her kes dikare bi xwedî kirina Tûtyekî tişta ku ew dixwaze bi wê bide gotin, vê yekê her kes baş dizane. Serkirdatiya niha ya PKKê jî ew Tûtî ne ku ji aliyê Ocalan ve hatine xwedîkirin û gotinên tevlîhev yên Ocalan bera 30 salan fêrî wan kirîn, bi berdewamî dubare û debare û…..dikin, cudahiya di nêvbera Tûtîyên ku Ocalan xwedî kirî û Tûtîyên dirist bi tenê eve ku temenê Tûtîyên Ocalan pirr dirêjtir e!
Pirsa li vir serhildide eve, gelo kî tûtîyên Ocalan fêrî axaftinan kirine?! Bersiv pirr hêsane, ji aliyekî Ocalan niha ji îmraliyê re wan fêrî gotinan dike, ji aliyek din saziyên îstixbaratî yên dewletên dagîrkerên Kurdistanê.
Kesên di serkirdatiya niha ya PKKê de li ser sê beşan parve dibin:
-
Beşa yekemîn, ew kesin yên ku di bin destê Apo hatine perwerdekirin û kesatiya wan jinav biriye û ew kirîine tûtîyên xwe.
-
Beşa duyemîn, ew kesin yên ku di zîndana Diyar Bekir ê de teslîm bûyî û îtîraf liser hemî nihênîyên PKKê kirî û bûyne şagirdên îstixbarata Tirkiyê.
-
Beşa ssêyan, ew kesin ku ji boy destxistina pere, bazirganiyê bi pirsgirêka kurdî dikin û ketîne bin kontrola saziya îstixbarata Îranê ya bi navê îtîlaat.




