Wezîrê Derve yê Almanya îro Pêncşemê dîyar kir ku ger Talîban li Afganistanê kontrol bixe destê xwe û wir bi qanûnên şerîatê birêve bibe ewê ti alîkarîya diravî nede wî welatî.
Heiko Maas da zanîn ku ew her sal 430 mîlyon euro didin Afganistanê û got bes Talîban kontrola welêt bixe destê xwe û wir bi şerîatê birêve bibe ewê alîkarîyê rawestînin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne hêzên hikûmeta Afganistanê û çekdarên Talîbanê îro Pêncşemê jî li dora gelek bajaran pev diçin.
Îstixbarata Amerîka dîyar dike ku çekdarên Talîbanê dikarin heta 90 rojan kontrola Kabul ya paytext bixin destê xwe.