Li çend deverên Iraqê çar çekdarên DAIŞê hatin desteserkirin û şaneyeke taybet ji bo parastina stûnên elektrîkê tê pêkanîn.
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ragihand; di çend operasyonan de hêzên Dezgeha Dije-Terora Iraqê çar çekdarên DAIŞê li Kerkûk, Neynewa, Selahedîn û Enbarê desteser kirin.