Talîban ket Koşka Serokatiya Afganistanê û civîn li dar xist

Talîban ket Koşka Serokatiya Afganistanê û civîn li dar xist

Çekdarên Talibanê ku îro Yekşemê ketin paytext Kabûlê dest danîn ser Koşka Serokatiya Afganistanê û dîmenên ku derbasî nav koşkê bûne belav kirin.

 

Hat ragihandin ku Talîban derbasî nav Koşka Serokomariyê bûye û dîmenên ji hûndirê koşkê ku endamên Talîbanê civînek pêk anîne jî hatin belavkirin.

 

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd derbarê rewşa dawî de ragihandiye ku piştî hêzên hikûmetê ji Kabûlê derketine wan dest bi kontrolkirina avahiyên saziyên dewletê kiriye.

 

Mucahîd li ser hesabê xwe yê twitterê gotiye, ew dixwazin bi awayekî aştiyane paytextê kontrol bikin û ji ber wê jî hêzên hikûmetê ji herêmê vekişiyane û avahiyên xwe vala kirine.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kabulê jî ragihandiye, rewşa Kabulê bi awayekî pir bi lez diguhere û û di nava Balafirgeha Kabulê de jî dengê gulleyan tê bihîstin.

 

Herwiha Balyozxaneya Amerîkayê daxwaz ji welatiyên xwe yên li Afganistanê kiriye, li her cihekî ku ji bo wan guncav be xwe veşêrin.

 

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirine ku 40 birîndar jî li Kabûnê bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Pustên heman beş