Piştî kêm mabû Talîbanê bi temamî Afxanistanê bixe destê xwe, beşek ji artêşa Afxanistanê balafirên şer û helîkopteran revandin Özbekistanê. Di nav balafiran de 22 balafirên leşkerî û 24 helîkopter hene. Di balafirekî ji wan de bi sedan leşker hebûne.
Li ser mijarê serdozgeriya Özbekistanê ragihand ku di 14-15 ê tebaxê de 22 balafirên leşkerî û 24 helîkopterên Afxanistanê îhlala seha hewayî ya Özbekistanê kirine û çûne Özbekistanê. Serdozgerî ragihandiye ku di balafirekî de 585 leşker hebûne.
Di daxwuyaniya di derbarê balafiran de, behsa balafireka dinê ya ku di 15 ê mehê de îznê xwestiye ku xwe deyne Balafirgeha Hanabadê, tê de 314 leşkerên Afxanî hebûne, tîpa wê 3 Embraer bûye û berê balafirê dane Balafirgeha Tirmizê.