Amerîka derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê helwest ragihand

us department of state-sinjar-shingal-سنجار-شه‌نگال-شنگال-په‌كه‌كه‌-كوردستان-عیراق (1)

Wezareta Derve ya Amerîka êrîşa Tirkiyê li ser Şingalê şermezar kir û ragihand, pêwîst e Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigire.

Beşa Karûbarên Rojhilata Nêzîk a ser bi Wezareta Derve ya Amerîka ve li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, “Em ji raportên medyayî, bi operasyonên Tirkiyê li bakurê Iraqê agahdar bûn”.

Tekez kir jî, “Em nerîna xwe dubare dikin ku tevgera leşkerî li Iraqê, pêwîst e rêzê li serweriya Iraqê bigire”.

Di çarçoveya civîna Encûmena Asayîşa Niştimanî de bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, hat ragihandin ku destdirêjiyên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê şermezar dikin û ev bandorê li ser prensîpên cîrantiyê yên navbera Iraq û Tirkiyê dike

Pustên heman beş