Li Stenbolê agir bi daristanên Grava Heybeliyê ket

سته‌نبۆل-stanbul-turk (1)

Li Girava Heybeliyê ser bi parêzgeha Stenbolê îro 21ê Tebaxa 2021ê di demjimêrên piştî nîvro derdora 13:00an agir bi daristanê ket û tîmên agir vemrandinê hem ji esmanî hem jî bejahî hewl didin vemirînin.

Li gor agahiyan sedema agir heta niha zelal nebûye lê li ser agahdarkirinê bi awayeke lez tîmên agir vemirandinê yên Adalarê midexele kirine.

Li gor agahiyên Rêveberiya Giştî ya Daristanan 1 firoke, 3 helîkopter û 5 makîneyên kar bo cihê agir hatine şandin û tîmên agir vemirandinê yên navçeyên Kartal û Maltepe jî arasteyî herêmê kirine.

Herwiha welatiyên li giravê jî ji aliyên tîmên Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya kiraxa Deryayê hatine veguhestin.

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek deveran rojane agirê daristanan derdikevin  û hindek ji wan ji ber ne midexele an jî dereng midexele kirinê dibin sedema zirara canî û madî.

Pustên heman beş